Li bakûrê Kurdistanê bi sedema berfê rê hatin girtin

Li bakûrê Kurdistanê bi sedema berfê rê hatin girtin

PeyamaKurd- Bi sedema barîna berfa zêde, rêya navbera bajarê Ixdirê û Agiriyê hat girtin. Ji ber berf zêde bû, asayîşa Ixdirê û fermandariya cendirmeyan ya Agiriyê nehiştin erebe herin û werin hey rê vebû.

Dema berf bariya tîmên ku rê vedikin texmîn nedikirin ku dê berf bibare lewra ji karê vekirina rê re dereng man.

Ne tenha rêya Ixdir-Agiriyê lê her weha rêya navbera Bazîd û Wanê ku bilindahiya wê herî zêde çiyayê Tendûrekê ye hat girtin. Bi berfê re bamişt jî destpêkir.

Li herêmê barîna berfê her dewam dike lê rê tev hatin vekirin.Lê xweşiya wê ew e ku her noqteya berf lê dibare bi xwe re dîmenên bêhempa diafirîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin