Muzakereyên Amerîka, Iraq û Kurdistanê destpêdikin

Muzakereyên Amerîka, Iraq û Kurdistanê destpêdikin

PeyamaKurd- Muzakereyên navbera Amerîka û Iraqê ku babeta wan ya herî girîng hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ye, sibê destpêdike û rêvebiriya Kurdistanê jî tevlî muzakereyan dibe. Ragihandina mijarê ji aliyê endamê komîsyona Têkiliyên Derve yê Meclisa Iraqê Amir Fayîz de hat kirin.

Fayîz got ku wê muzakere di rêya telekonferansê de bê kirin û di civînê de wê temsîlkarên wezaretên Parastin, Petrol, Darayî û ya Karên Derve cîh bigrin. Amir Fayîz got ku bo tesbîta babetên ku li ser wan biaxifin, komîteyên her dû aliyan xebatên xwe dikin. Têkiliyên navbera her dû welatan di warên ewlekarî, siyasî, aborî û tenduristiyê de, di nava mijarên wan de ne.

Tûr a yekem ya muzakereyên navbera her dû dewletan sibê destpêdike û dê 2 roj dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin