Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Şeybani re axifî

Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Şeybani re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê Şeybanî di rêya telefonê de bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li ser şerê navbera Îsraîl û Îranê axifî.

Esad Şeybanî her weha bi wezîrên karên derve yê herêmê re di rêya telefonê de li ser heman babetî axifî. Esad Şeybanî bi wezîrên karên derve yên Erebistana Saûdiyê, Qatar, Tirkiye, Bahreyn, Kuweyt û Urdinê re jî axifî.

Her weha bi şêwirmendê ewlehiya netewî yê Îngîltere û bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axifî.

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand ku di axaftina telefonan de, pêşdeçûnên di navbera Îsraîlê û Îranê de, bandora şer li ser ewlehiyê û îstîqrara herêmê mijarên wan bûn.

Di axaftina telefonê de ji bo krîzê karibin kontrol bikin û ewlehiya herêmê biparêzin behsa girîngiya koordinasyona herêmî û navdewletî kirin.

Wezaretê got ku Esad Şeybanî gotiye; Sûriye li cem welatên Ereb ciyê xwe distîne û êrîşên ser welatên Ereb şermezar kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin