Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Urdinê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Munîxê li gel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê û Wezîrê Karûbarên Derve yê Urdinê, Eymen Husên Ebdulah Sefadî li Munchenê civiya û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên herêmê li gel Urdinê kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC2025) de li gel El Safadî civiya.
Di hevdîtinê de her du aliyan behsa peywendiyên navbera Urdin, Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û dîtina rêyên berfirehkirina hevkariyên di warên siyasî û aborî de û pêşhatên dawî yên li herêmê nirxandin.
Serok Barzanî tekezî li ser giringiya peywendiyên li gel Urdinê kir û bal kişand ser rola girîng a Padîşahtiya Urdinê ya piştgîrîkirina aramiya herêmê û xwesteka Herêma Kurdistanê bo bihêztirkirina hevkariyên li gel Urdinê.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Karûbarên Derve yê Urdinê jî tekezî li ser pabendbûna Urdinê ji bo berfirekirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rola Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û herêmê de bilind nirxand. Herwiha tekezî li ser berdewamiya diyalog û hevkariya hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên herêmê kir.
Herdu serokan her wiha rewşa ewlekarî û siyasî ya Sûriyeyê û bi giştî ya bi berfirehî ya herêmê û çend mijarên din ên berjewendiya herdu aliyan gotûbêj kirin
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




