Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, li Almanyayê di çarçoveya 60emîn Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munîhê de, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê derbarê hevdîtinê de parvekirinek kir û got, wî îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li Munîhê hevdîtineke çêker pêk aniye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, wan di hevdîtinê de, zêdetir pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Iraqê bi Tirkiyeyê re û metirsiyên ewlehiyê yên li ser herêmê gotûbêj kirine.