PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr û Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr ji bo çareserkirina qeyrana avê ya Iraqê banga civîn û tevdîrên lezgîn kir.
Muqteda Seder li ser navnîşana xwe ya twitterê ji bo çareseriya qeyrana avê ya Iraqê çend pêşniyar rêz kirin.
Sedr daxwaz kir, ku ji bo gotûbêjkirina qeyrana avê Wezareta Derve û wezaretên peywendîdar bi awayeke lezgîn bicivin û çareseriyên guncaw peyda bikin.
Rêberê Tevgera Sedr pêşniyar kir, ku ji bo zanîn û pêdaçûna sedemên qeyrana avê û herwiha parastin û ewlehiya avê, komîsyoneke mayinde were avakirin.
Sedr herwiha daxwaz kir, ku ji bo çareserkirina qeyrana avê hikûmet bûdceyeke taybet bide wezaretên peywendîdar bi giştî û bi taybetî jî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê.
Muqteda Sedr, ku hevpeymaniya wî di hilbijartinên Iraqê de bibû yekemîn, roja Yekşemê jî bang li hikûmetê kir, ku demek ji ya din zûtir ji bo qeyrana avê û kêmbûna elektrîkê çareseriyan peyda bikin.
Ji destpêka vê mehê ve Tirkiyê dest bi tejîkirina Bendava Ilısuyê kiriye, ku dikeve ser rûbarê Dîcleyê. Ev yek jî li Iraqê bûye sedema qeyrana ava vexwarin û çandiniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin