PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, piştî ku 5 sal bi ser têkçûna proseya bi navê aştî û çareseriyê ya ligel PKKê derbas bûn, daxuyanî da.
Akar di axaftineke xwe ya parlamenê de got ku pêvojoya çareseriyê ya salên 2103-2014an gelekî girîng bû, lê yên li dijî derketin hebûn û pêwîst nedikir li dijî derkevin.
Hulusî Akar herwiha dibêje, dewletê sebr û rehma xwe ji bo bidawîkirina terorê nîşan daye, lê bersiva wê bi teqînên Entab, Enqere û Stenbolê ku bi sedan kes hatin kuştin hatiye dayîn û piştî 24ê Tîrmeha 2014an jî hemû hedefên terorê (PKK) hatine lêdan.
Proseya bi navê Aşti û Çareseriyê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de sala 2012an hatibû destpêkirin û heta sala 2015an dewam kiribû. Piştî xwendin û ragihandina lihevkirina Dolmabahçeyê bi demekê jî pêvajoya ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi daxuyaniyekê hatibû bidawîkirin û şer ji nû ve gur bûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin