Li Romayê Lutkeya Tenduristiyê ya Covid-19 tê lidarxistin

Li Romayê Lutkeya Tenduristiyê ya Covid-19 tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Gulanê li bajarê Roma yê paytexta Îtalyayê, serkirdeyên welatan û rêveberên rêxistin û kompanyayên tenduristî yên navdewletî li ser serpêhatiya koronayê dicivin.

Hat ragihandin ku wê di civînê de, behsa bandora vîrusa korona li seranser cîhanê, fêrbûnên ji pandemiya koronayê û bergiriyên bo nexweşiyên wekî Covid-19 di siberojê de bê kirin û rêbazên pêşîlêgirtina pandemiyan bên gotûbêjkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber ku bi awayekî dadwerane derzîyên koronayê li welatên hejar nayên belavkirin, hişyariyê dide ku dibe sala 2021ê ji sala borî xerabtir be û zêdetir kes ji koronayê bimirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin