PeyamaKurd - Wezareta Çandinî ya Kurdistanê ragihand, wan wekî wezaret biryar daye li piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê embar û depoyên taybet bi hilgirtina fêkî û pincaran çêbikin.
Berdevkê wezareta Çandinîya Kurdistanê, Husên Heme Kerîm ji BasNewsê re gotiye, me biryar daye ku li piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê imbar û depoyên modêrn yên hilbijartina fêkî û pincaran çêbikin.
Husên Heme Kerîm got, helbet embar û depoyên me hene lê him kêm in him jî zêde pêşketî nînin., loma me planek wisa danî.
Berdevkê wezareta çandiniyê da zanîn, bi zêdebûna embar û depoyên fêkî û pincaran cotkar jî zêdetir teşwîq dibin ku li ser karên xwe berdewam û rijd bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin