“Bi destpêbûna zextên Amerîkayê tistek naguhere”

“Bi destpêbûna zextên Amerîkayê tistek naguhere”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand, bi destpêbûna mueyîdeyên qonaxa dudiyan yên Amerîkayê li dijî Îranê di 4ê Mijdarê de tiştekî nû naqewime û Amerîka dê negihêje armancên xwe bi dorpêçkirina Îranê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, bo beşdariya civîna sêalî ya wezîrên karên  derve yên Îran, Tirkiye û Azerbaycanê  li Stembolê bibe, gihişt  vî bajarî û daxuyaniyek da Zerîf diyar kir: Armancên  aborî û siyasî yên Washingtonê derbarê mueyîdeyên li ser Îranê dê bicih neyên.

Cewad Zerîf her wiha bal kişand ser bernameya ewrûpiyan bona hevkariya  bi Îranê re bi ramanca girtina pêşiya zextên Amerîkayê û hêvî kir: Ku bicihanîna  plan û bernamên amadebûyî di navbera Îran û Yekîtiya Ewerûpayê de Amerîka dê zêdetir ji îro li civaka navneteweyî bikeve tecrîdê.

 Zerîf her wiha armanca sefera xwe ya Stembolê beşdariya li şeşemîn  dewra civîna sêalî ya wezîrên  karên derve yên  Îran, Tirkiye û Komara Azerbaycanê raghand û got: Li vê civînê li bara berfirehkirina  hevkariya transîtî, aborî û hevfikrî dê gotûbêj bêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin