Erdogan Kobanî jî xwest û got: Wê mizgîniyên me hebin…

Erdogan Kobanî jî xwest û got: Wê mizgîniyên me hebin…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di gotara koma partiya xwe de gefa berfirehkirina ‘herêma ewle’ li Rojavayê Kurdistanê xwar û got, "Tel Rifat Kobanîya li bakurê wê jî divê ji terorîstan bên paqijkirin û bikevin jêr kontrola me.”

Erdogan li ser êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê ku 9ê Cotmehê bi fermana wî hatine destpêkirin û bi hinceta avakirina herêmeke 444 km di bin kontrola Tirkiyê de diyar kir ku ewê herêmê berfirehtir bikin û got, wê mizginiyên me hebin.

Serokomarê Tirk wiha axivî: ‘Dema me dest bi operasyonê kir di nav dewletên xwedî bandor û raya giştî ya dinyayê de şaşmayînek çêbû. Wan hêvî nedikir em ewqas zû encamê bistînin. Ji bo em sînorên xwe ji terorîstan paqij bikin û Sûriyeyîyan vegerînin pêdiviya me bi vê operasyonê hebû û me kir.”

Erdogan pesnê komên çekdarên cîhadî yên ligel artêşa Tirkiyê êrîşan dikin jî da û got ku bi saya leşkerên tirk û çekdarên SMO 4 hezar û 219 km hatiye paqijkirin û wiha pê de çû:

“Dema kontrolkirina navbera Tel Abyad ‘Girê Spî) û Rasulayn (Serêkaniyê) me ji Rûsan soz stand ku Minbicê jî paqij bikin. Hêzên me yên çekdar li pey wê ne. Divê Tel Rifat û Kobaniya bakurê wê jî ji terorîstan bê valakirin û bikeve kontrola me. Ma emê bikevin wê derê? Dê birayên me yên Suriyeyî bikevinê. Em van gavan ji bo vê diavêjin.”

'Dema li kuçeyên we bombe teqiyan hûnê şaşiya xwe fêm bikin'

Erdogan herwiha ji ber helwesta wan a dijî êrîş û operasyonên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de welatên Ewropayê jî tehdît kirin û got, "Dema ku li kuçeyên we bombe teqiyan, çekên terorê mirin verîşiyan, vandalan her der şewitand helbet hunê jî şaşiya xwe fêm bikin. Ew êlek zer hene ya, wê ne tenê li welatekî hebin li hemûyan hebin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin