PeyamaKurd- Serdozgerê giştî yê Îranê Muhammed Cafer Muntazerî got ku xwepêşandanên bo zêdekirina bihayê benzînê dewam dikin ji derveyê Îranê tên birêxistin. Kî nîzamê xerab bike wê bi tundî bersiva wî bê dayîn. Muntazerî bo televizyona dewletê ya Îranê axifî û got ku grûbekî dixwaze nîzama giştî xerab bike. Muntazerî weha got:
“Xerabker vî halê hanê derxistin holê û xelk ji vî halî razî nîne. Hinek di ser medyayê ya sanal de dixwazin tevliheviyê çêbikin û ez hişyariyê didim wan yên ku koka wan li derveye. Van kiryarên han wê sûc teşkil bike û ji aliyê darizandinê de bersiveka tund bo wan bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin