Îsal bi merasîmeke sade Komkujiya Helebce tê bibîranîn

Îsal bi merasîmeke sade Komkujiya Helebce tê bibîranîn

PeyamaKurd - Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq ragihandiye ku ew dê îsal bi rengekî cuda qurbaniyên kîmyabarana Helebcê bibîr bînin û merasîmeke fermî ya vexwendina gelek derdoran lidar naxin.

Parêzgarê Helebcê, Azad Tofîq ji BasNewsê re gotiye, me ji niha de dest bi amadekariyên salvegera kîmyabaranê kiriye.

Azad Tofîq dibêje; “Emê îsal bi rengekî cuda qurbanî û şehîdên kîmyabaranê bibîr bînin. Em îsal bi fermî ti kes û dezgehekî gazî nakin. Kî tê emê wî/wê daynin ser serê xwe.”

Parêzgarê Helebceyê daye zanîn ku ew ê roja 16 Adarê li ser goristana şehîdên kîmyabaranê amade bibin û wan bibîr bînin.

16 Adara 1988an rejîma Beas a Seroktiya wê Sedam Hiseyn dikir, bi çekên kimyayî êrîşî bajarê Helebceyê kiribû û di wê êrîşa hovane de 5 hezar Kurd hatibûn şehîdkirin û bi hezarên din jî birîndar bûbûn ku hê jî birînên komkujiya Helebceyê zindî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin