PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm re hevdîtinek pêk anî.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraq û navçeyê hatin kirin û herwiha tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeteke giştgîr hate kirin, ku cihê rizamendiya piraniya xelkê Iraqê be û pêwendiyeke wê ya baş bi Herêma Kurdistanê û welatên cîran û civaka navdewletî re hebe.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de mijareke din a hevdîtinê bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de bal kişand ser ku ew piştevaniyê li hikûmeteke ku pabend be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê re dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin