PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Serbixe ya Mafên Mirovan a girêdayî parlementoya Iraqê diyar kir, ku ev hefteyeke li başûrê welêt bûyer bênavber dewam dikin û di encamê de 5 çalakvan hatin kuştin û piraniya wan ji hêzên ewlekariyê 190 kes jî birîndar bûn.
Endamê komîseriyê Fadil Garawî daxuyaniyek da û bal kişand ser çalakiyên ji ber kêmasiya xizmetan, gendelî û birîna ceyranê dewam dikin û got, "Di çalakiyên hefteyek e li 3 bajarên li başûrê welêt dewam dikin da 5 çalakvan hatin kuştin, 128ê wan endamên ewlekariyê bi tevahî 190 kes jî birîndar bûn.
Garawî diyar kir ku komîserî xebatên îstatîstikên li ser çalakiyên li bajarên din dewam dikin didomîne, ew ê sibê di civîna çapemeniyê da hûrgiliyên bîlançoyê bidin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê îro di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku di çalakiyên ev hefteyek e dewam dikin da piraniya wan ji endamên hêzên ewlekariyê 53 kes birîndar bûn.
Di 8ê tîrmehê da li Besraya ku piraniya pêtrola xam a îxracatê tedarik dike çalakiyan dest pê kiribûn û paşê çalakî li Zîkar, Babîl, Meysan, Dîvaniyye û Necefê belav bibûn û herî dawîn jî li Bexdaya paytext çalakî dest pê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin