PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafiran de li herêmeke parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê ku nêzîkî sînorê Iraqê ye, 16 milîsên îranî yên piştevaniya rejîmê dikin hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku îro beyanê balafirên nenas (gûman heye yê Îsraîlê ne) baregehên hêzên Îranî û mîlîşayên ser bi wê li herêma Sulasat a ser bi Bukemalê ve bombebaran kirin û di encamê de 9 çekdar hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
SOHRê da xuyakirin, îro danê sibê herwiha baregeheke mîlîsên Hizbulaha Iraqî jî li bajarê Meyadîn a li parêzgeha Dêrazorê ji aliyê balafiran ve hatiye bombebarankirin û di encama wê êrîşê de jî 7 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn ku rewşa hin birîndaran xirab e û dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Ev êrîşa dawî ya ku pêk hatiye, piştî êrîşa balafirên Îsraîlê ya bi ser baregehên rêjîma Sûriyê li derdora Şamê û Derayê pêk tê ku di encamê de 5 çekdarên Sûrî û biyanî hatibûn kuştin û 10 jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin