Fermandarê CENTCOM ê McKenzie bo Îranê peyam da

Fermandarê CENTCOM ê McKenzie bo Îranê peyam da

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên navendê yê CENTCOM ê orgeneral McKenzie ragihand ku di dewra çûyî ya rêvebiriya Trump de, hindik mabû bi Îranê bikevin nav şerekî lê bi hatina rêvebiriya nû, dê siyaseta berê ya Amerîkayê bibe ya berê.

Fermandarê CENTCOM ê McKenzie, piştî Joe Biden sond xwar û bû serokê Amerîkayê dema diçû Rojhilata Navîn, di balafirê de bi rojnamevanan re axifî û got bi hatina Biden re, têkiliyên bi Îranê re ketine dewra derfetan. McKenzie got Îran li Iraq û herêmê Amerîkayê nexistiye hedefa xwe lê ew hêzên li Iraqê destek dike, hêj dewam dike û weha got:

“Bi giştî Îran jî ji hêzên ku destekê didin wan re got di wê wextê de neraste ku şerekî derxin. Lê ev kiryarên han ne tenha bi mijarên leşkerî re têkildarin. Ez bawerim Îran jî li benda rêvebiriya nû ye û hesabên xwe dike bê tişt biguherin an na. Êdî rêyekî heye ku siyaseta Amerîkayê bi paş de bîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin