PeyamaKurd- Li Amerîkayê piştî polîs George Floyd kuşt, nema aramî li Amerîkayê çêbû. Xelk rakir sîlihên xwe û li polîsan xist, erebeyên wan şewitand, bi milyon dolaran zerar dane dukkan, market û avahiyan. Li gor çapemeniyê birîndar jî gelek hene. Xelk ketiye kuçe û kolanan û xwepêşandanan dike.
Xwepêşandêr xwestin herin Koşka Sipî lê serwîsa xef wan da rawestandin. Li Oaklandê bi sîlihan êrîşê polîsan kirin. Bû weka şer û tedbîrên Kovid-19 ê qet neman.
Mijara raperîna xelkê li Amerîkayê bi sedema li Minneapolisê kesê bi navê George Floyd ji aliyê polîs de hatibû kelepçekirin û polîs çoka xwe danîbû ser sitûyê wî heya can da, destpêkir. Floyd gotibû ku nikare nefesê bistîne û dawiyê gotibû “min nekujin”.
Îro li bajarên an eyaletên New York, California, Denver, Atlanta, Phoenix, Florida, Columbus, New Mexico, Houston, Louisville, Memphis, Chicago, Oakland, payîtext Washington û li gelek bajarên din xwepêşandan destpêkirin. Diyare wê xwepêşandan ranewestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin