Narîman Osman di êrîsa Hewlêrê de hat kustin

Narîman Osman di êrîsa Hewlêrê de hat kustin

PeyamaKurd- Di êrîşa Hewlêrê de ya ku bo ser xebatkarê sefareta Tirkiyê ya li xwaringeha li Hewlêrê de hat kirin, pêre kesekî dinê hatibû kuştin û çend siet berê nasnameya wî diyar bû. Kesê ku hatiye kuştin navê wî Narîman Osman e û xelkê devera Cundiyan e û hemwelatiyê herêma Kurdistanê ye.

Bûyer îro li dora nîvro çêbû. Li gor ragihandina tora medyayî ya Rûdawê Narîman Osmanê ku di bûyerê de hatiye kuştin, mirovê Azad Cundiyaniye ku siyasetmedarekî kevn yê Kurdistanê ye û niha bi serê xwe tevdigere.

Narîman Osman xwediyê 3 zarokaye û bo karê xwe yê taybet hatiye Hewlêrê û bo firavînê tesadüfen li xwaringehê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin