Navça Kemah a Ezirganê bi dereca 4.0 derece hejiya

Navça Kemah a Ezirganê bi dereca 4.0 derece hejiya

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Ezirganê (Erzincan) li navça Kemahê seet di 19.15an de bi dereca 4.0 erdhejekî çêbû.

AFADê ragihan dku erdhej di bin erdê de di kûrahiya 7,12 km yan de çêbûye. Heya niha ji ber erdhejê ti encamekî neyînî nehatiye ragihandin.

Herêma bajarê Ezirganê herêmekî erdhejêye k udi sala 1992an de erdhejekî mezin lê qewimî û gelek kes di erdhejê de mirin.