PeyamaKurd – Navçeyeke girîng a bazirganiya navnetewî li Hewlêrê tê avakirin, ku hemû sektorên hilberînê yên di warên cuda de li xwe digre.
Serokê Desteya Hilberînê li Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî diyar kiriye: ‘‘Wek welatên cîhanê, biryar e navçeyeke girîng a bazirganiya navnetewî li Hewlêrê bê avakirin, navçe ji aliyê çend şîrketên welatên Îmaratê ve tê cîhbicîhkirin. Ev jî pêngaveke girîng e ji bo pêşxistina sektora hilberînê li Herêma Kurdistanê.’’
Herwiha da zanîn: ‘‘Ew navçeya bazirganî ku biryar e li Hewlêrê bê avakirin, navendeke gelek girîng e, ji ber hemû sektorên hilberînê dê li xwe bigre. Ji wan jî sektora pîşesazî û bazirganî, geştiyarî û herwiha gelek sektorên din dê hebe, guftûgoyên baş me ligel şîrketê kiriye li ser projeye û hemû zanyarî dane me.’’
Dr. Mihemed Şukrî eşkere kir: ‘‘Desteya hilberînê, temamê asankarî bo her şîrket û hilberînekî dike, ku bixwazin li Kurdistanê sermaye razînin, rewşa Herêma Kurdistanê jî gelek baş e bo sermayedar bên sermaye razînin û projeyên hilberînê bicîhbînin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin