Navê 'Biryarê piçûk' li dibistaneke Silêmaniyê kirin

Navê 'Biryarê piçûk' li dibistaneke Silêmaniyê kirin

PeyamaKurd - Navê Biryarê kurê şehîd Aso ku doh li nexweşxanê koça dawî kiribû, li dibistaneke li Silêmaniyê hat danîn.

Rêveberiya Perwerdehiyê ya Silêmaniyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku weke nîşana wefadariya li hemberî kesûkarên şehîdan, bi biryarekê navê, ‘Dibistana Seretayî ya Kurdistanê’ weke ‘Dibistana Seretayî ya Biryar Şehîd Aso’ hatiye guhertin.

Pêşmerge Aso Celal, 31ê Tîrmehê, li nehiya Kuleco ya Germiyanê, ligel 3 hevalên xwe di êrîşeke DAIŞê de şehîd bûbû.

Kurê şehîd Aso yê bi navê Biryar (4 salî) piştî ku gora bavê xwe dîtibû, baweriya xwe bi şehîdbûn û nebûna bavê xwe neanîbû û tendirustiya wî her têk çûbû û ji 23yê vê mehê mehê ve li nexweşxaneyê bû. Biryar doh piştî mehek bi ser şehîdbûna bavê wî re derbas bû, nexweşxaneyê koça dawî kir. Termê Biryar bi beşdariya girseyeke mezin, li kêleka bavê wî li goristana Seywan a Silêmaniyê hat veşartin.

Biryarê 4 salî xema şehîdbûna bavê xwe ranegirt û dilê wî sekinî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin