PeyamaKurd - Kîm Kardashîana navdar ji bo mehkûmekê ji Donald Trumpê Serokê Amerîkayê efû xwest.
Li gor xebera BBCyê, Kîm Kardashîan ji bo ku Alîce Marîe Johnsona pîrika 63 salî ya cezayê hepsa hetahetayî xwariye were efûkirin bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê re civiya.
Trump di hesabê xwe yê Twîtterê de got ku bi Kardashîanê re "hevdîtineke pir xweş" kir, Kardashîanê jî ji Trump re sipas kir û got, "Hêviya me ew e ku Serok ew ê Alîce Marîe Johnsona ji ber hişbirê cezayê hepsa hetahetayî xwariye efû bike."
Alice Marie Johnsonê ji ber ku di navbera bazirganên hişbirê de name biriye û aniye di sala 1996an de bi şertê bêtexliye cezayê hepsa hetahetayî xwariye.
Malbat û alîgirên wê dibêjin ku Johnson di gelek bernameyan de çalak e û mehkûmeke mînak e.
Tê gotin ku Jared Kushnerê zavayê Trump ev demeke dirêj e di mijara Johnsonê de bi Kardashîanê re diaxive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin