PeyamaKurd- Do ber destê êvarê ji aliyê hinek kesan de, bi 17 fuzeyên katyûşayan êrîş kiribûn ser baregeha Amerîkayê ya hewayî ku li başûrê Mûsilê li Kayyara ye. Di êrîşan de mirin çênebû bû lê hêzên asayîşê dest bi operasyonan kiribûn. Artêşa Iraqê ragihand ku DEAŞ ê êrîşê biriye ser baregehê.
Artêşa Iraqê ragihand ku di operasyonê de 3 kesên DEAŞê hatine kuştin û 3 erebeyên wan hatine îmhakirin. Leşkerên Amerîkayê ji sala 2016an heya niha, di baregehê de şêwirmendiya hêzên asayîşa Iraqê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin