PeyamaKurd – Stêrka Amerîkî ya bi eslê xwe Ermen Kim Kardashian, li ser şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de da zanîn, divê Tirkiye bê hişyarkirin, da ku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.
Kim Kardashian li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir, tiştên li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê diqewime ne şer e, lê Ermeniyên li Nagorno-Qarabax rastî êrîşan tên û got: “Em duayan ji mêr û jinên cesûr re dikin ku ji bo parastina Qarabaxê jiyana xwe dixin metirsiyê.”
Kardashian destnîşan kir, ku Ermenîstan bûye qurbana êrîşên bêsedem û kampanyayên dezenformasyonê (derew-nerast) û got: “Azerbaycan propagandeya şer dike û medya civakî blok kiriye.”
Kardashian tekez kir: ‘‘Ji bo alozî zêde nebin û rê li ber trajediyên nexwestî bên girtin pêdivî bi tedbîrên dîplomatîk û siyasî yên navdewletî û çavdêrên navdewletî heye bo lêkolînkirina bûyeran. Pêwîst e bang li Bakuyê bê kirin ku dest ji bikaranîna hêza êrîşker berde, divê hevkariya serbazî ya Amerîkayê bo Azerbaycanê raweste ku dijî Ermeniyan tê bikaranîn, divê Tirkiye bê hişyarkirin da ku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin