PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî, li Amerîkayê li bajarê New Yorkê ye. Daxwaza hevdîtinê ji kîjan alî hat nehat diyarkirin lê Erdoğan îro bi temsîlkarên rêxistinên Cihûyan (Yahûdî=Mûsewî) re, li otêla ku lê dima ya bi navê Peninsulayê, hat cem hev.
Di civînê de bi Tayip Erdoğan re wezîrê Xezînê Berat Albayrak, wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, wezîrê komunicasyonê Fahrettin Altun, berdevkê serokkomar İbrahim Kalın, cîgira serokê partiya AKP ê ya giştî Çiğdem Karaaslan û parlementerê Îzmîrê û serokwezîrê berê Binali Yıldırım amade bûn.
Nehat ragihandin bê di civînê de li ser kîjan mijaran û di kîjan babetan de axifîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin