PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Çatisgarh 5 kes dema çûn nav bîra malê ya di baxçê xanî de, ji ber di bûrê de gaza jehrê hebû, her 5 kes jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina Hindustan Timesê; polîs ragihandiye ku li eyaletê li navça Janjgir-Champa kesekî di bîra baxçê xwe de asê maye û 4 kes ketine bîrê da wî kesî rizgar bikin. Her 5 kes jî di bîrê de dimrin.
Serokwezîrê eyaleta Çatisgarhê Vishnu Deo Sai ragihandiye ku ji ber bûyerê xemgîne û ji bo malbatên candayiyan sersaxiyê xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin