Wezîrê Brîtanyayê Wallace, îstifa kir

Wezîrê Brîtanyayê Wallace, îstifa kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve hatin ragihandin, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace, îstifa kir.

Di agahiyên ku di derbarê îstifakirina Wezîr Ben Wallace ve hatin dayîn de hat ragihandin ku wî bi radestkirina nameyekê îstifaya xwe xwestiye.

Hat diyarkirin ku Wallace îstifaya xwe bi vê nameyê pêşkêşî Serokwezîr Rishi Sunak kiriye.

Hat ragihandin ku Sunak ji bo Wallace gotiye ku “Ben Wallace, di pêvajoya herî dijwar a hikûmetê de erka xwe bi cih haniye. Em rêz û spasiyên xwe pêşkêşî cenabê wî dikin.”

Ben Wallace, meha borî di civîna kabîneyê de ragihandibû ku ew ê ji erka xwe îstifa bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin