Nêçirvan Barzanî bi balyozê Tirkiyeyê re civiya

Nêçirvan Barzanî bi balyozê Tirkiyeyê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêmê Kurdistanê re gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney destnîşan kir ku divê hevkarî û pêwendiyên baş ên her du aliyan berdewam bikin.

Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney jî ragihand, welatê wî ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê amade ye.

Nêçîrvan Barzanî, ji ber helwesta wê spasiya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku hevdîtinên teknîkî yên Hewlêr û Bexdayê yên li ser petrolê didomin.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney xeyn ji mijarên aborî, mijarên wekî “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa kêmaneyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya herêmê” gotebêj kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin