PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde bi seredanekî fermî ji Bexdayê çû Hewlêrê û bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Barzanî li ber derê baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Linde kir.
Barzanî û Linde li ser koçberên ku li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê asê mane axifîn. Sibê wê Linde bi nûnerên kêmnetewe re bicive û seredanên xwe yên li Hewlêrê dewam bike.
Linde, li Bexdayê bi wezîrê karên derve Dr. Fûad Huseyin, serokwezîr Mistefa Kazimî, serokkomar Berhem Salih re hevdîtinan kiribû.
Li gor texmînan; li Îsweçê li dora 150 hezar Kurd dijîn û Kurd li Îsweçê xwediyê diyasporayê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin