Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Iraqê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derveyê Iraqê Mihemed Elî el Hekîm îro li Hewlêrê civiyan. Herdu aliyan tekezî li ser hewldana j çareserkirina kêşeyan û asayîbûna rewşa Iraqê û vegerandina aramî û rasterêbûna proseya siyasî ya Iraqê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro 11ê Sibatê li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemed Elî El Hekîm Wezîrê Derveyê Iraqê kir.

Di civînê de her du alî pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê welat guftûgo kirin û tîşk xistin li ser daxwaziyên rewa yên xwepêşanderan li xizmetguzariyê û niha paşarojeke baştir û ew muameleya tund a rûbirûyê wê dibin.

Herwiha tekezî li hewl û hengavên cidî yên ji bo nehiştina tundiya bi dengveçûna daxwaziyên xwepêşanderan kirin.

Di civînê de nirxandina metirsiyên serhildana terorê û berfirehbûna tevgerên terorîstên DAIŞê li çend navçeyên cûda yên Iraqê û girîngiya rola hevpeymaniya navdewletî ya ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorîstan, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çend babetên din ê ji bo her du aliyan girîng bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin