Ji Îranê tedbîra vîrusa korona! 'Wê bên girtin û qemçîkirin!'

Ji Îranê tedbîra vîrusa korona! 'Wê bên girtin û qemçîkirin!'

PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Dad û Hiqûqê li Parlementoya Îranê Hesen Newrozî di beyaneke xwe de ragihand, yên ku nûçeyên derew li ser nexweşiya koronayê belav bikin, dê bên girtin û qemçîkirin.

Parlementerê Îranê Hesen Newrozî dibêje, ji ber belavbûna nûçe û agahiyên derew ziyanek mezin gihîştiye aboriya Îranê û tirsek mezin jî ketiye nav welatiyan û ji ber wê jî biryar hatiye dayîn yên ku nûçe û agahiyên derew li ser nexweşiya koronayê belav bikin, bên girtin û qemçîkirin.

Wezîrê tenduristiya Îranê Seîd Nemekî îro 26ê Sibatê ragihand ku ew mijûlê kontrol kirina vîrusa korona ne û îro 30 kesên din ji nexwaşxaneya Qumê derketine.

Nemekî da zanîn ku nexweşên koronaya nû li Îranê hejmara wan 95 kesan bûne 139 kes û heta niha 19 kes jî mirine.

Gelê Îranê û welatên derdorê baweriyê bi daxuyaniyên fermî yên Îranê nayînin û dibêjin, asta belavbûna vîrusa koronayê bi rêjeyeke gelekî zêdetir berbelav bûye, lê tê veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin