PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê cejna Dehwa Ruba (Cejna Mezin) li Sabîeyên Mendaî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Tîrmehê li ser hesabê xwe yê Xê cejna “Dehwa Ruba”yê (Cejna Mezin) li Sabîeyên Mendaî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û hêvî xwest ku ev cejn bibe sedema xêr, xweşî û aştiyê bo hemû aliyan.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser girîngiya pêkvejiyanê kir û ragihand: "Pirrengiya dînî û çandî li welatê me çavkaniya dewlemendî û hêzê ye, herwiha bingeha çespandina bihayên pêkvejiyana aştîyane, biratî û rêzgirtina dualî di navbera hemû pêkhateyan de ye."
Serokê Herêma Kurdistanê dubare pîrozbahîyên xwe pêşkeş kir û got: "Her sal xûşk û birayên me yên Mendayî di nav xêr û xweşiyan de bin."