YSK: Encamên teqez dê îro yan jî sibê…

YSK: Encamên teqez dê îro yan jî sibê…

PeyamaKurd- Serokê Saziya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, di derbarê encamên dawî yên parlamenteriyê de diyar kir ku dê ji îro heta sibê, encamên teqez bên eşkerekirin.

Piştî gera yekem a hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ku partiyên siyasî beşdar bûbûn de li ser pirsa rojnamevanekî, ji aliyê Serokê YSKê Ahmet Yener ve li ser encamên teqezkirî yên hilbijartina parlamenteriyê hin agahî hatin dayîn.

Ahmet Yener di bersiva pirsê de got, “Ji bo encamên dawî yên parlamenteriyê, îro dibe ku li ser dosyayên ku îtîrazên awarte li wan hatiye kirin, bê nîqaşkirin û li gorî qedera dosyêyan tiştekî bê gotin. Em bibêjin îro yan sibê.”

Di 14ê Gulana 2023yan de li Tirkiyeyê Hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriya Serdema 28mîn û Serokomariya Tirkiyeyê hatibû kirin û heta niha encamên teqezkirî nehatine parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin