Bulgarîstan: Rusyayê, li Ukraynayê sûcên ser kirin!

Bulgarîstan: Rusyayê, li Ukraynayê sûcên ser kirin!

PeyamaKurd- Di raporta "Wezareta Berevanî û Hêzên Çekdar a Bulgarîstanê ya 2022yan" de ku ji aliyê Lijneya Wezîran a Bulgarîstanê ve hat qebûlkirin de hat îdiakirin ku artêşa Rusyayê li Ukraynayê "sûcên şer ên pergalkirî" kirine.

Di raportê de "Êrîşa Rusyayê, wekî xetereya herî bi lez a li ser aştiya cîhanî" hat binavkirin û qala "zêdebûna çalakkirina çalakiyên hîbrîd ên wêranker ên Rusyayê, xetereyên ewlehiya sîber û bikaranîna enerjiyê wekî çekek çalak di kampanyayek leşkerî û siyasî de" hat kirin.

Her wiha bal hat kişandin ser "xetereyên zêde" yên li Deryaya Reş, Kafkasya, Moldova û Belarusê û hat gotin ku "Şerê bêhiqûqî yê ku li Ukraynayê dest pê kir û bi temamî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, bi taybetî di hemû qadên civakî û aborî de zirareke mezin daye. Hêzên çekdar ên Rusyayê, bi awayekî pergalkirî sûcên şer dikin.

Ev şerê çekdarî yê mezin bandoreke girîng ne tenê li ser Ukrayna û herêmê, li seranserê cîhanê jî heye."

Di raportê de hat gotin ku şerê li Ukraynayê bû sedema "berfirehkirina sabotajên hîbrîd ên Rusyayê li dijî welatên NATO û YE" û hat gotin ku

"Armanca van çalakiyan di serî de avakirina bêîstîqrariya siyasî ya navxweyî û dijberiya gel e. Biryarên ku dê potansiyela rêgirtin û berevaniyê ya yekîtiyê xurt bike û kêmkirina piştgirî û pêşkêşkirina alîkariya leşkerî ya biwext û bi bandor; domandina girêdayîbûna bi çavkaniyên enerjiyê yên Rusyayê ye.

Hat destnîşankirin ku Bulgarîstan jî ji şer bandor bûye û wiha hat gotin, "Bulgarîstan rastî bandorên hîbrîd ên pergalkirî yên Rusyayê hat, di nav de qutkirina yekalî ya gazê ji bo ku bandorê li pêvajoya biryardayîna stratejîk a serweriya neteweyî bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin