Serokê Misrê Sîsî bi rojeva Tirkiyê serdena Parîsê dike

Serokê Misrê Sîsî bi rojeva Tirkiyê serdena Parîsê dike

PeyamaKurd – Bo li ser krîzên herêmî, tekiliyên ligel Tirkiyê li ser krîza Derya Spî biaxivin, Serokê Misrê Sîsî, roja duşemê serdana Serokkomarê Fransayê Macron dike

Serokê Misrê Abdul Fettah El Sîsî, duşemê serdena Parîsê dike. Armanca hevdîtinê, têkiliya du dewletan were geşkirin e. Fransa Misrê weke 'hevkarê stratejîk' dibîne û aramiya Rojhilata Navîn 'girîng' dibîne.

Hevdîtina Emmanuel Macron û Sîsî, wê duşemê li Qesra Elysêe pêk bê. Di serî de li ser krîza Libya û têkiliyên bi Tirkiyê re li ser krîza Deryaya Spî û krîzên herêmî biaxivin.

Sîsî dema serdanê wê bi Serokwezîrê Fransayê Jean-Yev Le Drîan re jî rûne. 

Macron 2019an dema serdena Misrê kiribû, mohra xwe li ser gelek peymanan danîbû. Di serê van de projeya metroya Qahîreyê hebû. Herwiha Misir, nexasim piştî ku balafira şer 24Rafal standibû, di qada çekdarbûnê ya Fransayê bûbû mişteriyekî girîng.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin