PeyamaKurd – Rêxistina Berçav a Ragihandinê û Geşepêdana Demokrasiyê li Hewlêrê, derbarê destûra pêşeroja Sûriyê de civîneke taybet li dar xist û qala girîngiya rola Kurdan a di pêşeroja vê destûrê de kir.
Endamekî Komîteya Destûra Sûriyê ji rêxistinên civaka sivîl di civînê de beşdar bû û guh da pêşniyarên beşdarên din ên civînê, ku hejmarek partiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd ligel kesayetên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl, behsa rola destûra pêşeroja Sûriyê kirin.
Rêveberê Rêxistina Berçav Farûq Hecî Mistefa daye zanîn: “Him di dîroka Sûriyê de jî ti navê Kurdan di destûrê de nehatiye nivîsandin û heta di qanûnan de jî tune, eynî wê demê jî di lijneya destûrê de amadebûn û endambûna Kurdan gelek zeîf e, şexsekî me tenê heye, Kek Kamîran e. Ne tenê ji Berçav, ji xelkê me hemû, ji hemû partiyan tê xwestin, divê em çalakiyan bikin, divê em dengê xwe bigihînin, divê em nêrînên xwe bigihînin. Divê em zanibin ku em ji vê destûrê çi dixwazin.”
Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civînên bi vî awayî erênî dinirxîne û bi taybetî jî bi endamên Komîteya Destûra Pêşeroja Sûriyê re.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin