PeyamaKurd- Li welatê Çînê car din 640 hezar kes xistin bin karantînayê. Li Çînê li bajarê Jiayê koronavîrus gihaye jinekî û li ser tesbîta wê, deverê xistin karantînayê. Bajarê Jiayê li navenda Çînê ye û nûfûsa bajêr 640 hezar e. Tê gotin ku jinekî bi sedemeka dinê çûye nexweşxaneyê û vîrusê ji doktor girtiye.
Rêvebirên tenduristiyê dibêjin ku kes hene vîrusê bi xwe re digerînin lê haya wan ji wan tine ye. Ev jî aliyeka din ya koronavîrusê ye.
Kesên ku li bajarê Jiayê dijîn wê nikaribin derên derve. Eger pêdivî hebe wê bi îzna taybet karibin herin derve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin