PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Iraqê û Îranê li ser li hev kirine ku qeroqolên sînorî yên hevpar ava bikin.
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şimêrî û hempîşeyê wî yê Îranê Ehmed Wahidî li sînorê bajarê Vasit ê Iraqê li deriyê Zerbatiye yê sînorê navbera Iraq-Îranê civiyan.
Herdu wezîran piştî civînê agahî dan û gotin, di civînê rayedarên pilebilind di civînê de amadehî kirine û bi taybet mijara kontrolkirina sînoran û zêdekirina hemahengiyê hatiye gotûbêjkirin.
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Şimêrî piştî civînê ragihand, wan li ser li hev kiriye ku ji bo kontrola çûnûhatina sînoran a geştiyaran dê di navbera herdu aliyan de qeroqoleke sînorî ya hevpar bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin