Buldan: Em ê polîtîkaya xwe ya namzedê serokomar careke din binirxînin!

Buldan: Em ê polîtîkaya xwe ya namzedê serokomar careke din binirxînin!

PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan li Koma partiya xwe ya parlementoyê gotarek pêşkeş kir.

Buldan bi sembolên Amedsporê derket ser kursî û di axaftina xwe de, bal kişand ser êrîşa nijadperestî ya alîgir û lîstikvanên Bursasporê.

Buldan li ser axaftina Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya piştevanî da alîgirên Bursasporê yên êrîş kirine û hebûna Amed û Amedsporê û wiha axivî: “Amed heye, wê hebûna xwe bidomîne. Amedspor heye û wê hebûna xwe bidomîne. Şirîkê biçûk ê hikûmetê di axaftina xwe ya bîstek berê de, careke din xwedî li êrîşên nijadperestî û çeteyên tarî yên salên 90î derket.”

Pervîn Buldan, pîrozbahî li namzedê opozîsyona 6 alî yê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu kir û derbarê derxistina namzedê serokomariyê yê HDPê de jî got: "Derdê me ne hesabên basît in, berpirsiyariya me li hember prensîban û gelên me heye. Em ê rojên pêş polîtîkiya xwe ya derxistina namzedê serokomoariyê li gorî geşedanan careke din binirxînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin