PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Mezin a 1991ê (Raperîn), peyameke fermî weşand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de helwêsta stratejîk a Herêma Kurdistanê ya li beramberî şer û aloziyên dawî yên li Rojhilata Navîn eşkere kir.
"Em faktora aştî û aramiyê ne
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa "tevlihev û hesas" a ku herêm tê re derbas dibe. Wî tekez kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze bikeve nav tu pevçûnên leşkerî û got:
"Herêma Kurdistanê dê wekî her carê faktoreke bingehîn a aştî û aramiyê bimîne. Em careke din tekez dikin ku em ê nebin beşek ji tu pevçûn an aloziyeke leşkerî ku zirarê bide jiyan û ewlehiya welatiyên me."
Yekîtî: Şertê parastina destkeftiyan
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku bi berpirsiyariyeke neteweyî tevbigerin.
Wî destnîşan kir ku parastina statuya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên destûrî tenê bi "yekîtî û hevahengiya" navxweyî pêkan e.
Rihê Raperînê û pêşeroj
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku rihê Serhildana 1991ê bibe bingehek ji bo kûrkirina çanda jiyana hevbeş û tehemilkirina hevdu. Wî di dawiyê de pîrozbahî li malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman kir û silavên xwe ji bo gelê Herêma Kurdistanê şandin.