PeyamaKurd – Şaredariya navça Xelatê ya bi ser bajarê Bedlîsê, ji ber sînorê wê bi qerexê Gol a Wanê re zêdeye, ciyekî geştûguzariye û divê hawirdorê xwe paqij bigre. Ji ber wê tîmên şaredariyê yên paqijiyê ji bo parastina qerexê Golê û dorên din xebatên xwe yên paqijiyê dewam dikin.
Şaredar Yavuz Gülmez ragihandiye ku divê xwezaya navça xwe paqij bigrin û biparêzin. Gülmez got:
“Bi awayekî giştî em kuçe û parkên xwe paqij xwedî dikin. Ji bo parastina xweşiyên xwezaya me, em projeyan dimeşînin. Em li berhemên dîroka xwe xwedî dertên, wan nûh dikin û ji bo geştuguzariyê amade dikin. Lê divê herkes destekê bide me ji ber van xebatan tenê bi şaredariyê nabe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin