PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X piştî emeliyata dawî ya Rêberê Katolîkên Cîhanê Papa Franciscus peyameke piştevaniyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew hevdîtina xwe ya meha Gulana borî ya ligel Papa bi rêz û rêkef bîr tîne û ji ji bo saxbûna wî ya bilez daxwazên xwe yên ji dil ragihandin.
Di peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pabendbûna Papa ya ji bo aştî, xurtkirina rûmeta mirovan û diyaloga di navbera gelan de xwedî nirxekî mezin e.
Her wiha daxwaz kir ku Papa di erka xwe ya belavkirina aştî, dilovanî û têgihiştinê ya li çaraliyê cîhanê de xwedî tenduristiyeke baş û hêzeke nû be.