PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, piştî hevdîtinên nefermî yên Qibrisê yên li Cenevê daxuyanî da.
Guterres ragihand ku herdu alîyên tirk û rûm negihîştine çareseriyeke hevbeş û got, “Me di çareserkirina kêşeya Qibrisê de zemîneke hevbeş peyde nekir.”
Guterres herwiha da xuyakirin ku ew dê dest ji xebatên dîyalogê yên Qibrisê berdene û demên pêş careke din civînan li dar bixin.
Hevdîtinên Qibrisê bi çavdêriya herdu welatên garantor Tirkiye û Brîtanyayê birêve diçin ku di civînên nefermî yên bi pêşengiya NY li Cenevê hatin kirin de, ti encamek derneket.
Tirkiye û Bakurê Qibrisê di çareseriyeke du dewletî de israr dikin, lê aliyê Rûm ku bixwe endama Yekîtiya Ewropayê ye pêşniyarên aliyê tirk red dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin