PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Netewî ya Tirkiyê Yaşar Guler ku duh hatibû Hewlêrê civiya.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî û Wezîr Guler daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bidin.
Yaşar Guler piştî serdana xwe ya duh a paytexta Iraqê Bexdayê, bi şev gihîşt Hewlêrê.
Wezîr Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak dema gihîştin Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatin pêşwazîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin