Tirkiyê sînorê qezaya Singalê bi dronekê bombebaran kir

Tirkiyê sînorê qezaya Singalê bi dronekê bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê bi dronekê bombebaran kir.

Li gor hat ragihandin, Encûmena Gel a Sinûnê hatiye armanckirin.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, droneke Tirkiyê Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kir û li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de kesek birîndar bûye.

Medyaya nêzîkî PKKê di derbarê bûyerê de daye zanîn ku droneke Tirkiyê du caran avahiya Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kiriye.

Heta niha jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser êrîşê de tu agahiyek belav nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin