PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge îro 10ê Adarê seroktiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê kir.
Di civîna de êrîşên dron û moşekî yên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin û daxwaza rêgirtina êrîşan ji Bexdayê hat kirin de, Barzanî got, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyên herêmê."
Di civîna ku bi amadebûna Alîkarê Serok Şêx Cefer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmergeyan, Wezîrê Karên Navxwe, Sererkanê Pêşmergeyan û fermandarên birêve çû de, bi hûrgilî geşedanên ewlehiyê yên dawî yên herêmê û encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar ên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotubêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de destnîşan kir, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyan û parastina aramiya welêt dê di rêza yekem a karan de be."
Barzanî tekez kir "Dê bi ti awayî rê neyê dayîn ku xaka Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gef û metirsiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê yan her welatekî din ê cîran re."
Di civînê de "bi tundî êrîşên têkderane hatin şermezarkirin ku ji aliyê komên li derveyî qanûnê yên Iraqê ve bi dron û moşekan li Herêma Kurdistanê têne kirin û bûne sedema zirerên canî û madî."
Di daxuyaniya piştî civînê de çhate gotin, "Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsyar e ku erka xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina wan êrîşan û dîtin û cezakirina encamderên wan."
Di civînê de hin biryar û rênima ji bo xurtkirina parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û şêwaza serederiya dezgehên ragihandinê ya li gel rûdan û pêşhatan hatin dayîn.