Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge pênaseya nasnameya gelê Kurd e

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge pênaseya nasnameya gelê Kurd e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî ahenga derçûnê ya gera 5an a Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê ya li parêzgeha Silêmaniyê bû, ku tê de pileya efseriyê li ser 210 xwendekaran hat parvekirin.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser rol û meqama bilind a hêzên Pêşmerge û tekez kir ku navê Pêşmerge pir pîroz e û pênaseya zêrîn û serekî ya nasnameya gelê Kurd a neteweyî ye.

Serokê Herêmê daxwaz ji efserên nû kir ku di çarçoveya hêzeke yekgirtî û pîşeyî de xizmetê bikin û fêrbûna teknolojiya leşkerî ya nûjen û rahênanên berdewam bikin bingeha stratejiya karê xwe daku şiyanên serbazî bo rûbirûbûna terorê hîn bêhtir bên xurtkirin.

Nêçîrvan Barzanî ji efserên nû xwest ku herdem wekî hêzeke niştîmanî ya Kurdistanî bimînin, berevaniyê ji rûmeta mirovan bikin û got: "Qet nebin beşek ji hevrikî û aloziyên siyasî."