PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, di merasîma yekxistina Hêza Pêşmerge de gotarek pêşkêş kir û got: "Li ser destê Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir."
"Berdewamiya van hewldanan vedigere sala 2016an, gava ku Cenabê Serok Mesûd Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de da destpêkirin."
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ev pêngav di demekê de bû ku Hêza Pêşmerge li jêr fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAIŞê têkbir.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser sala 2014an de bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Hêzên Pêşmerge çûn Kobaniyê daku berevaniyê lê bikin û rûpeleke geş di dîroka parastina gelê Kurdistanê de tomar kirin.
Loma jî ev merasîm ew helkeft e ku gelê Kurdistanê demeke dirêj li benda wê bû û hemû aliyên me jî ev çend sal bûn ji bo vê mebestê dixebitîn.
Herwiha ragihand, ev prose tenê guhertinek di peyker û rêxistinbûnê de nîne, yan tenê veguhestina yekîneyan ji pêkhateyekê bo ya din nîne; belkî pêngaveke niştimanî ya mezin e di karwanê avakirina saziyên Herêma Kurdistanê de.
Herwiha: "Salên borî me digot ku Kurdistan pêdivî bi yek hêz, yek wezaret û yek fermandariyê heye; divê Pêşmerge hêzeke niştimanî û dûrî destwerdanên hizbî û nakokiyan be.
Îro jî em pêngaveke din a mezin bo pêkanîna vê armancê diavêjin."
Nêçîrvan Barzanî behsa wê yekê jî kir ku dema metirsî li ser Kurdistanê çêbû, ti ciyawazî di navbera Pêşmergeyek û Pêşmergeyekî din de û di navbera herêmek û herêmeke din de tune bû; di dijwartirîn deman de Pêşmerge di nava çeperan de rawestiyan, bi hev re qurbanî dan û di ber parastina yek ax û yek miletî de xwîna wan bi hev re tevlihev bû.
Her wiha got: "Pêşmerge xwediyê dîrokeke geş û pirşengdar e; lewra îro em wê dîrokê û tevahiya van fêdakariyan di nava yek saziya niştimanî de dicivînin; dîrokeke ku çendîn nifşên Pêşmergeyan ew afirandiye, em dikin hêzeke yekgirtî ji bo parastina Kurdistanê."
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku yekxistina hêzên Pêşmerge ne dawiya vê proseyê ye, belkî destpêkek û qonaxeke nû ye û dibe ku hê dijwartir jî be; ji îro û pê ve divê ev yekrêzî di hemû waran de reng bide: di fermandarî û serkirdayetiyê de, di biryar û fermanan de, di perwerde û rêxistinbûnê de, di maf û erkan de, di bilindkirina pileyên leşkerî û di dîsîplînê de.