Nêçîrvan Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Brîtanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Brîtanyayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê 12ê Îlonê pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyek jî ji bo serxistina kar û erkên wî de nîşan da. Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî de kir.

Konsolê Giştî yê Brîtanya ronahî xiste ser plan û bernameyeke tije ji bo pêşxistina pêwendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê de heye û li gel tîmê xwe kar li ser dike. Herwiha pêgiriya Şahnişîna Yekgirtî ya bi berdewamiya piştgîrî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û pesnê alîkarî û hemahengiya Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Berevaniya Brîtanya kir.

Karkirina ji bo berfirehkirina warê bazirganî û sermayeguzarî û çalakiyên kerta taybet ya li navbera her du aliyan da, rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, kêşeyên Hewlêr-Bexda, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana Da’îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin